11.06.2013

Uvercînka..



a soxîn careke din li hev diherbile stûyên me bi hemû bêzinên xwe ve
dirêjtirîn stûn û stûyê te ye ev ji bo berxwedanê anku hêvî
                                                                                     jê qut nekirinê
di tramekî de ne em ku ji laleliyê berev dinyayê ve diçe
ji nişka ve tu destê xwe bi dilê min ve tînî
çawa nizanim lê çi gava destê te li dilê min dikeve
careke din pevşabûn li reh û demaran digere
li ser her ax û xakekî
                                 efrîqa jî lê

tu baş zanî wekê rewşenbîran bifikirî Xwudê kêmaya te nede
bi qasê ku zanî di nav nivînan de rakevî
ku tu ji xwudê bipirsî xewa di berê te de jî guneh e û nizanim çi û ne çi
wekê ku belesebeb be ev çend dirêjbûna pora te
min porek wiha mifil mifilî nedîtiye heta vî emrê xwe
di her tayekî de dilek lê dide
ji bo her ax û xakekî
                                   efrîqa jî lê

te hewayek heye esil ya ku min hembêz dike ew e
bi wê hewayê biqîmettir dibû bêhn dan û standin
mafdar e ku siharan birçî dibe
bedew e ku roja xwe pê qezenc dike û diqedîne
spehî ye wekê gelek navan yên kulîlkan
yên ku bi navdartirîn rengesoran vedibin û dibişkivin
li ser her ax û xakekî
                                   efrîqa jî lê

bi hev re hizra ristinan dikin çi baş çi xirab
behsa qirika te dikim kes nikare wekê min
                                      ji heqê qirika te derkeve
ez dibêjim qey em ristekî din birêjin dê her tişt rast bibe
hîn me du gav neavêjtîn bi destên me re digirin
hevtone careke din me derdest dikin û didin ber guleyan
ji xwe ya rast her roj ji siharê heta êvarê 
                                                         me didin ber guleyan
li ser her ax û xakekî
                                  efrîqa jî lê

li vir niha tam cihê behsa curet û cesareta te ye
ya ku li ser rêyên qerebalix te li strana serbestiyê vedigerand
cureteke wekê ya padîşahan, ku li ba tu jineka şox a guzîde peyda nabe
qedeh rakirinên te tên bîra min
li pasaja çîçekê çaxê berêvarê
hingî destpê dikir feqîriya rastîn
li ser her ax û xakekî

                                   efrîqa jî lê û tê de



helbest: cemal sureya - uvercînka

wergera ji tirkî bo kurmancî: pezkûviyê cûdî


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder