11.06.2013

Dengbêj şakiro.. tesnîfa emr û perdeya xatirxwestinê..




emro.. sibe ye qîz û bûkên gundê me meşiyane avê.. bejinzirav û çepildirêj û porkej û navqendîlan xwe dabûn pêşiyê.. kinan û miskînan libên kotiyan xwe dabûn dawiyê.. qemera min a binîşan dixemilî seb xatirê dilê rezîl xwe dabû navê.. gelî gundî û cînarno gilî û gazind û loman ji min nekin.. min sond xwarî tu caran li ser kewa xwe ya kubar re li tu qîz û bûkên xelkê nakim merheba û tu silavan.. gidînoo kubara min a nazik û nazenîn fenanî başokekî ji golî xêbûr rabe etegê sînê di sînegê pelên xwe diweşîne ji berfê ji qiraxiyê ji xunavê.. eman lê ecemê.. dîlberêê.. ji bo xatirê navê xwudê be ez ê ji bona te mirî me ax zalimê nizanim ka tu çawa nî..

emro.. sibe ye vê sivingê diçûme heleba şewitî.. cihê gewran û rindan.. dîkê şevê nîvê şevê li min xulxuland.. welatê xerîb bû du roj tê de mabûm.. ez ê nexweşê bêhal nexweşê li nava cî bûm.. bêqewl û bêlêzim û bêkes û bêxwedî bûm.. serê min li ser balgî û balîfê çavên min li xewê bûn.. guhê min li guhdariyê bû.. min serê xwe ji xewa şirîn bilind kir min dît cote pîrên melûnên kezab li ber serê min sekinîbûn.. berxêê.. yekî kefenê min dibirî yekê meqes hildida û difesiland.. mirin emrê xwudê ye ez dimirim.. min dît kubara min xwe dabû ber pencerê.. bi qram û derheman kilê sibhanî dikir wan belek çavan.. bê dîlberê xweziya min zanibûya carê xwe ji kê re dineqişand û dixemiland.. eman lê ecemê lê.. dîlberêê.. ji bo xatirê navê xwudê be ez ê ji bona te mirî me ax zalimê nizanim ka tu çawa nî..

kilam: dengbêj şakiro - emro

deşîfrasyona kilamê: pezkûviyê cûdî


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder