9.02.2015

ax Tamara..





ji bo mizgîn û frok
ax! Tamara

(seristeyên helbesteka nîvcomayî)

Jiyan û mirin
du dijmin in niha
du mirovên berguman
her gav yek î ji wan
her gav herdu bi hev re
 


ı.


Rêya kadizê xwe bi erdê re dirêj kiriye
paleyî xilas bûye
dexlûdana salekî ketiye ser hev
hew xemgîniya şaireki maye nehatiye dirûtin
simbilê genim serridiye, tê heta newqê!
bi zendê min ê zirav re diçe ax, Tamara!
bi salên çûyî re diçe gelo bêgunehiya me jî?

rêya kadizê ripûrût e, şevek mişt stêrk
xuşînî ji nav pelçimên dara tûyê tê, tu min seh dikî?


Iı.

Giran bûne, ji hêl ketine çiqilên darên fêkiyan
ne dereng, îro an siba wê her ber bidin
niha bi pelçimên xwe yên ripîreş diçin ser şevê
şîna sedsalî ya deriyê min
xunava çirrekî ya kulîlkên min
- ku bêtir berbangê terr in
her yek jê mizgîniya gavişkî ne ji bo hêviyên bêpayan

Tiriyê Torê ku di devê min de dihele
debra ku bi lodên xwe yên zerirî li hêviya bê ye
çiyayên ku agir bi pora wan ketiye
hilma ziwa ya ku serê xwe dixwe
hemû ji bo ji nû ve vejîna vê hêviyê ne Tamara!
ji lew laşê min esmer e ev qas
û ji lew dikevim ser rê û diçim
berev wan cihên ku navê wan li tê vegerandin..

Iıı.

Pereng ji tenûrê xilas nabe
hevîr bi tenûrê ve maye, ev bêhna wê ye
çemê Batmanê, piyên pirra Malabadê maç dike
û zane çi qas girtî ye
ev çend sal in kesî nedîtiye di sereba xwe de bi vî miqamî
ev qasî dilsar û bêhemdî xulxulî ...
pêjnin kêm dibin ji şevê
fayeke mişt keser hatiye kuştin dibêjin
çar mî birîndar bûne ji requiemê
re teslîm bûye, li ser xwe
yên mayî jî tarî hatiye bi hawara..

belê gurriya êgir dû jî rohnî dike
di nav mejiyeke piçûparî bûyî de
postaleka reş a pozikreş
binêr her tişt ev qasî eşkere ye, Tamara..

ıv.


Navê min, mîna paşnavê min jî hatibe gotin dirêj bû
min gelek lêdan xwar, gelek ji darê ketim
li qoqê serê min çar derbên şikestinê, birînên sivik nabêjim ji xwe
min şalek hebû pîne bi pîneyê ve dikir diya min
û li min dikir lê dîsa jî star nedibû piyê min ê xwas
rojeke ji rojên havînê pêlaveke sor kirîn ji min re ji Çermûgê
min nekir lingê xwe de, de kevn nebe
paşê ji lingê min re teng bû..

Di xewna xwe de min bi hezaran xar didîtin
dema ji xew radibûm yek jê nedima
bi pirranî dema xarên min ji min diçûn, min didîtin ew xewn
çi qas diçû delina min mezintir dibû, xewnên min kêm..

Siharekî em li dinyayeke întîzam hişyar bûn!
siharekî bi qasê nivîsa mamoste, xerîb..
diya min a ku dema paydosê bi herfên xwe digirî
kîjan ez bûm.. ez kîjan ji wan bûm..
bi min wer tê tişteke mîna xwendina pirtûkên Kafka bû
tişteke mîna ripîreşbûnê bû belkî
belkî şert û mercên wê pirsa navê te çi ye?

v.


Binêr! Ev siwarê he Mihliso ye
siba wê bibe îtîrafçî!
Nûro cerdevanekî din jî dikuje
ev yê çilê ye!
şîfa destê wî derman e ji bela lerzetayê re..

Edîp kuştin.
edîp kuştin..
hawar e gundîno! Edîp kuştin…

cendirme.
îdareya eskerî..
herekat…

îctîma.
êş û azar..
terorîst…

lerzeta.
jana zirav..
kolera…

mirin.
şîn..
teezî…

vı.


Dilê min ê çar parçe
bi paletan didin ser, diperçiqînin her roj
mijangên min ji xwe re dikin rê, lêdidin diçin
cendekên serjêkirî yên birayên min
kela giriyê min ê feqîr radike
lê ji xwe re dikim eks, xwe digirim ji bo negirîm
ji xwe heta mirinê bigirîm jî, êşa min sivik nabe!

Kezeba hineka dike derkeve ji qehra tamara!         
agir bera canê xwe didin hinek, ji bo dilê xwe ji êşê bişûn
bes e
bes eee
bes  e êdî bes eeeeeeeeeeeeeeee…

Vıı.


çend kulÎlkên çilmisî
çend perperîkên mirî
çend dilên ne bi dil
çend evînên jiberçûyî
çend heyecanên muhtemel
çend lerizînên kêm
çend bedenên ji germa himbêzê dûr
kevir
-ek
dileqe
ji cihê xwe
zilamek bi kotek û sed bela maçekî diginîne dergistiya xwe
sazek dişike
ciwanek ji kej û xiramekî giraniya xwe li ba dike
pirrek diteqe ji awirên tûj
destê min dişewite di nav kaxizê de
seraqet meha tebaxê dibare ser destê min
bêtir Buhara bi girî ve dibe gewriya min
li milê rojava yê çiyayeke agirîn

vııı.


hêvî demê dirêj dike Tamara!
belkî erdhejek, belê erdhêjek
belkî rake kela vê deryaya feqîr

guleya pêşîn.
pêsîrgirtina pêşîn..
firûya pêşîn…


ji derve ba û bahoz e;
temamê pencereyan vekin!


û bi ser deriyeke xemgîn de tê girtin derî
jinên bi qasê xwudê mexrûr sekinîne li bendê
li gundan, li bajaran diêşe tenêtî
mirina xelkê ye: yekane felaketa rastîn!
xelk bi fikareke zerhimî derdikevin kolanan:


Zêmar ji deng ketiye. 
zêmar ji deng ketiye..
dengê zêmarê ketiye… ax, heval!

Tu roman nikare li xwe bigire
na hilnayê tu sedsalekî bêrî û hesreta me
bi sloganên xwe yên şikestî bajarek dibihure her roj ji eniya min
di nûçeyên êvarê de serê çend kuştinan carekî behsa vî welatî dikin

Ix.


Sar e yadê qurban.. sar e di dilê xwe de hêvî mezinkirin
sar e di mejiyên kerr û lal de hêvî xweyîkirin
na ne ew e ku mirov barê xwe datîne
belê pîroz e kêmtirîn bi qasê wê xwîna ji te çûyî
û ji heval û hogiran dûr, hema welê,
bi tena serê xwe, xwe kuştin ji ber
terkeser bûn ji ber tiştekî, ji bo yên li pey xwe..
yanî yadê qurban her cihê ji çongên te
kuştî.. û kuştin zêde dibe li emrê te
bi dilgiranî nûçeyên êvarê temaşe dikî.. sar e buhar nayê
sar e, xiyanet zêde dibe.. sar e, derew û neweyî..

û ez rêwiyeke kotîbûyî, ku kes min li mala xwe nahewîne
di xewna xwe de evînekî dibînin, jê re dibêjim: Tamara!
diçe û hey diçe dengê min di bêdengiyê de, di bêzariya xwekerrkirinê de
paşê dibihîsim ku çend kesa bawerî bi siba aniye
di xewnên xwe de hêviyan dibînin
di pora wan de şopa dilovaniyeka germ a parçebûyî
li ser lêvên wan kenê titûna qaçax
û dema diçin destê yekî, hişk in, wisa jî ji dil
Kizilirmak bi rengê xwe diherike
Dîjle bi zimanê xwe dixulxule
wekê tişteke ku ji nişka ve tê bîra mirov

x.


A a ax, tamara!
te go çima destê te digirim
çima vedigerim ser koka xwe
tu, ya ku ji yekê zêde, û ji pirê pirrtir
û bi çend wateyên peyvê, mê
û ez divê agir berra canê xwe bidim Tamara
xwezî min dîtî qene evînek bi xweşî xilas bûyî!

Tê bîra te ew êvara me soneya heyveronê digot..
binê lingê min diêşe
bi gurmînî gur dibe simbêlê min
ji xezeba xwe ditirsim Tamara!
li ser sêdara li ber devê lûleyekî
wekê çûkekî serjêkirî diperpite dilê min
nehêliştin hey nexwe min ê av dabûya, ez ê derketibûma ser hêj şîn
niha lîstika şer dilîze zaroka di hundurê min de
wekê carê her tim hoçik ne ew e
û nahêlê beko bi wan re bilîze..

Feyzo kuştine
Feyzoyê sist ku bi xwe re nedidît mezin bibe!
bi du derban mirin berdane qemçika wî!

Feyzo kuştin.
feyzo kuştin..
feyzo kuştin… a a x heval


Jiyan û mirin
du dijmin in niha
du mirovên berguman
her gav yek im ji wan, tamara
her gav herdu bi hev re,

94-95

Selîm Temo


Wergerandina ji Tirkî ji bo Kurdî (Kurmancî); Pezkûviyê Cûdî


Têbinî; ji bo wergêrraneke baştir rexne û pêşniyarên xwe binivîsin.

1 yorum:

  1. ''li ser sêdara li ber devê lûleyekî
    wekê çûkekî serjêkirî diperpite dilê min'

    YanıtlaSil