9.02.2015

Guvîn..



Ez hatim bi birîna xwe ya hûnik dinyayek û du welatên cuda
bi mirinê ket; ew guvîna li pey xelkê. Ez hatim
mîna kursiyeke takekesî, û pê re xwê reşand min
ser neynûkên xwe: tarî û zilûmat, û şevereş
bi baraneke diltezÎn bû nalîna pisîkan, ji bo êvarê
hêz û niyet: diyalektîk! Dayîkek: bi qasê ya herkesî;
reşgirêdayî û li ber sekeratê! Di devê çemberê de!
Dixişikî bajar ji bin baskê çivîkan. Min sar bû
Diricifîm ji derve mîma çêm. Dil ket
kêreka kevnik. Rabûm min derxist ji derve
helbest biçekî li ser xwe gerand. Berev bakur ve pêncî sal berê
sû ketibûn deşt û newal: malêêê kes nîne qey kes nîne kes

Xwudê kir roj li cihê xwe ye hê jî. Li cihê xwe
ne semptomên dînîtiyê. pêjn, şêwe,
û hemû ew saw û sepet; destên zarokekî biçûk bin eger

Ji bo bê belkî berêvarek bû hêvî
ji bo me şekirê qulqulî, pimpimok, nanik..
teraf ma li şûna wan. Xalên bêserûşûn û
lawija mirmirkî ya diya min. Çimkî
teqwîm tunebû li mala me. Feqîrî hebû. Birayên min
gurrî! Ez menenjît ,sorik! Zarokên
rûpembîşok dileyîstin di nav pirtûkên me de! Û
cinaze! Cihokên xwînê! Qirş û qal! Furze!
Bi hezaran mirin! Dirêj kir nimêja pîrika min. Dua min ji Xwudê:
''Îşev radizêm ya Ellah
Siba radibim înşaellah
Eger hat û mirim eşhedû en la îlahe îllalah''

serkêşên dengzengil, miqamên giran.. çi qas
îlac hebû di heqîba wan de. Dema pif dikirin Samsunê
dûyê wê diçû heta erşê hefta. Wisa
serbilind û dilpak. Destên wan ên mezin
ji bo destê xwe bi serê me ve bînin. Ji çivîkan bêtir
me ew didîtin li şikeftan! Hevalên jin; niha
bêhna xwê tê ji gerdena wan a şil ji destmalkên sor

Qelemên min ên deyn hebûn. Min dida ser
sloganên jêçûyî
Ez ê: qiyameta xwe! Nedihat bîra tu kesî
Li wan cihê bersiv tunebûn ez dibûm pirs. Bêdengiyeke bêqisur bû
şeqameke bihêwirze. Û feqîrî diherikî perên bajêr
ligel sêvên rizî. Berê wan li çiyê bû
qehweyên feqîr. Û bêhna titûnê dihat
ji riha min a hêj derneketî! Xwudê xira bike! Vaye cendekek dî jî,
Li meydanê. Çimkî birîndar kirin av, berê xwe da baxçê xwe
û şewitî ejderha. Lê belê pirsek mabû:
Bi kû re derdikeve rê piştî çiyayeke bêhnteng?

Mîna mareke fosforkî dikişkişî trên
diçûm nêçîra stêrkan piştî terewîhan. Çi qas xewgerok hebin
di xew de digerin. Çi qas xewgerok hebin
li ser xwe digerin. Li ber dergehê ezmên heyv,
bûk û zavayên nûzewicî li ser bên,
berê qozka xwe didim daran. Tê bîra min ziravê min diqeta
dema dora şivaniya min dihat. Min jî distirand
bi dengê xwe yê zarok êşên mezinan

Hinekirî bû pora dayika min.
Zanim dayê esmer î tu, diranên te
yên zêr hebûn. Niha nemane. Te rêya xwe şaş kir
û tu bûyî du şeq dema ez anîm dinyayê. Mîna
cewrikekî mezin bûm, tirsiyam ji kûçikan
tisîna maran ku min ji çîtan çêkiribû ji xwe re
di devê min de. Berev payîza xwe ve diherike
aveke çirav. Dengek û tehnek. Li ba dibe dengvedana
tenêtiyeke kevn. Sermiyanên cîranan dibihurin
di ber deriyê me re

Nehewce ye bejim yadê, mirin ji me ne dûr bû.
Li malê albûmek nebû bi kêfxweşî em lê binêrin
li ciheke ji vir dûr; ku te jî nedizanî li kû
roj mîna şîna ezmên sayî bû. Têrbûn
hebû li wir. Hebûn hebû! Min go
bi dilêrî xirecir, tevz û tinaz û bêbextî. Çû bihurî
leylanek bû bi eks û inyad bi ser min de dihat xwar
şaş mam, eniya min fireh bû. Ez dîn bûm
Zarokek nehs û nesekinî min da ber singa te

Paşê heyv derket. Min dît. Bi gavên
xemgîn û mexrûr tu ketî ser rê
Di zikê te de xuşk û birayên min. Ji bo şoreşên feqîr
jiyaneke nû bîne yadê; zanim ji te tê

De ka zû bike yadê ba û bahoz diricife ji derve
min bişîrve bike. Min bişû. Min bi xew ve bibe
Ceyranê bitefîne, pisînga feqîr bila nexape bi siya xwe

Xweyîmirê çima heyf û mixabin ji bo çi rijiya ser
wan eynikên ku dixukin destên min. Ji ber ku ez ne
xelet bim bi min ez karim bêjim ku ez kuştim
nizanim bi çend puntoyan. efendiyên ku nizanim mehê çend
hezar dolar meaş distînin û hemû ew hevkarên wan.. bê ka çawa çêbûye
dîsa jî neheq in bi qasê xwudê. Ji bo nimûne
em bêjin ku meselen çivîkek te dî
carina em bêjin salê carekî çawa û di kîjan şert û mercan de
bêje jî strana xwe he-
ta daristan jî belê dengê xwe dibirre
portreyek suje fon an
bi nezaketa tremolo çawa çêbûye nizanim
lê ka ji xwe re li vê ecêbê binêrin gotareka xwînî ya qenciyê ye bi xof û tirs

Pênûsa min a pêxwas perçiqand dilê peyvan. Bi
nivîsên xwe bûm nola çîrokan. Ne rastî me êdî
ne jî zindî. Bi herfên xwe hêrand min ew dema
turinc. Êvar mîna dayîkên feqîr dilwas û dilgiran bû
li benda min bûn hostêsên dullarî, hemşîreyên zayînê
paşê evîn hebû, belkî we bihîstibe ji derinan. Wekê malê diziyê
min veşart ji xelkê li wir. Min da xwe û xwe kar kir, ça ma li wir. Ez rabûm
çûm sêşemê, ne eyb û ne fihêt. Destên wê hebûn ne yek û ne dido. Dayîkek
kurek û çend mirovên ji devera behra reş. Qehwexane
sînema werhasil, min dar dan ber maçan di dohên
jibermayî de. Siya pozbilind ya xwudayê xurifî:
çû borî ji caman ew xewna hezar salî. Sihûda kurmikan bû
zêdetir dibû hingî dimir. Zarokekî pirsî: mamê min
kîjan e ji wan? Min jî lêda ketim nav jînê wisa xeydok û wisa bêhnteng

Mêrên desthişkole
dema çirrandin zikê axê; jin e
ya ku avê maç dike û dimeyîne. Lehîyek e ya ku bi ser me de tê;
we qet nedîtiye qey? Teybeke manuel bû şev
baveke ji derpê.

Artêşeke şikestîbû bavê min. Çîrokbêjek bû ku
bi şev dihat ji wan cihên kesî nediwêrî nava rojê heriyê
suretê avê bû bavê min. hêdî hêdî
û bi hêminî dihate xwar ji devderiyan. Tenûr, Têcirên pêz..
û li sûka titunfiroşan xirecir. Bavê min
çavên wî diçû ser şikestekan. Dihat diket nav behra xeman

Bavê min mêtingehek bû, heta êvarê bêdengî dibir
ji bo mengeneyan. Bêdest bû. Teniya
feqîriyê bû bavê min. Şivan bû. Digirî û hey digirî
mîna tizbiyan. Carina min digo qey çivîkek e
daniye ser rê serê wî. Kedkar û
û ji şij û kevirên çêm paqijtir. Heyber
li ser kevalan bimîne bila. Îdolên mar
û xezalan. Û ya ku xwe li pûrtên felekê dipêçe
Navûnîşan: îsa, babîl û Silêman. Belkî Xwudê bi xwe bû
bavê min; min ji xwe re ji miriyekî çêkiribû

Û mîna şaxên kezaxtî bêsebr
xwe ji ser çîtan re diqevêze xortaniya min. Û li
bajarên dûr, vagonên xurde, birçîtî
xwekuştinên bi hênceta evînê. Mîna ewrên stewr
bi gurmînî pîr û kal dibe bavê min. zêdetir dişibe
axê destê wî hingî diçe. Bi dengê hemsalên min ên mirî dikene
û mîna şaxên kezaxtî ser guhê xwe re davêje
helbestên min tê de jê re behsa xwe kirî; ev qerta min e!
ez ê li vir bim, li erafê
hingî dema agirê kesk bikoje jiyan û mirin
bavê min ê her bavê min be

Bi mitrîbûneke sifir gelek bajar li dû xwe hêliştin min
li ber min spermên xwînî yên dînîtiyê. Hej stûyê min kir
ji lew pê re dilê te ji xwe hêlişt. Wa duwaroj min seh dikî;
heyfa koregirêk, çîroka biçekî zû biçekî dereng!Min rahişt çakêtê xwe
û lêda derketim ji hemû dilên ez lê, kenê xwe bi min kirin, na ne rast e, naa
ez naqehirim û li ber jî nakevim, min bawerî bi duwarojê nîne
zencî me ez: dengê min bed e, bejna min kinik
roj dema mîna cîranên cirnexweş bar dike diçe, bi devê
kotî miskînekê heram ez ê maç bikim herkesî

Nav goştê min de hêliştin jinan diranên xwe. Calîbanek bûm
dehbe û dirrinde. Quwîna duwarojê. Ew qasî xemgîn bûm
ku dihatin bi ser min ve dibûn hemû ew qazaxên kevnik, qehbikên frîgîde
û destên reşgirêdayî. Kêfa min ji wan re hat heta çend mehan
mîna yê rêwingekî qutifok bû çavê wan. Pîyesek tewş û rastgo
di gola xwe de şil. Bêjin bila jê re bêjin avzeneke xemrî ji bo wan cihnivînan.
Mîna poreke levdayî betilandin min ew
û pirsî ji wan:
qenebe bi qasê rûnivînekî hûn nikarin xwe li min ragirin gelo?
ji nişkê ve diçirriya zikê wan, diketim hindur. Mirin
û pê re jî bahoreka havînî. tolazê dilzîz. Min go we
hej min bikin. Ji xwe divê mirov hej kabûsa xwe bike

Min lotus nexwar tu cara. Û ji bîr nekir welatê xwe
heta car hat ji min re digotin xayîn jî zanim. Xemgîn im
bi qasê cendekekî li nav du parzemînan de dirêjbûyî
li pêşiya muxalîfên bi hemdê xwe. Begzadeyên esilzade,
min go, gûyê hiznê dibare ser şevê de. Ji xwe ji hemûyan
bêtir min bêriya şînê kiribû. Belê xwe kerr kirin
qelemên sefîl. Dan rê û çûn çi qas qeşmer hebin
sernerm û sivik. Li wan malan belê
li kîjan malan razberkirinek bû belê jiyan heta belkî lûksek
ax siyaseta kurd bira ye bi mirinê re

Bi hespên textik min li pey xwe hêlişt çol û devî. Û bi qasê
sivoriyekî bizdaham ji bajêr. Lê min karî vekim
deriyê vê gumana qerrase. Stranên nûjen
min strandin li wir. Qederekî dilop kir,
bi dilxweşî; min seyand xaniyê xilwetê. Min da rê
û gurand çermê xwe di rê de. Min da rê
di rê de mîna zilamekî xirûxalî. Ez Selîm Temo;
Yanî hîç kesek. Bi kîn û rikeke safî dinêrîm
li Dinyayê. Mîna şimikên kevn şerm dikim ji dengê xwe.

Selîm Temo

Wergerandina ji Tirkî ji bo Kurdî (Kurmancî); Pezkûviyê Cûdî

Têbinî; ji bo wergêrraneke baştir rexne û pêşniyarên xwe binivîsin.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder